Bîden: Îsraîlê pêşniyazeke nû ya agirbestê ya 3 merhaleyî ya ku merhaleya wê ya ewil agirbesteke 6 hefteyî dihewîne, kir
Washington DC
Serokê Amerîkayê Joe Bîden eşkere kir ku Îsraîlê pêşnûmayeke agirbestê ya nû ya 3 merhaleyî pêşkêş kir, pêşnûma di merhaleya ewil a 6 hefteyî ya da pêş dibîne ku vekişîna ji cî û warên li xezeyê û berdana hin êsîran pêş dibîne.
Serokê Amerîkayê Bîden di civîna çapemeniyp ya ku li Qesra Spî li dar xist da der barê rewşa dawîn a li Xezeyê û der barê pêşnûmaya nû ya ku Îsraîlê der barê mizakereyên Îsraîlê da kir, daxuyanî dan.
Bîden da zanîn ku Îsraîlê pêşnûmayeke agirbestê ya nû ya 3 merhaleyî pêşkêş kir, pêşnûma di merhaleya ewil a 6 hefteyî ya da pêş dibîne ku vekişîna ji cî û warên li xezeyê û berdana hin êsîran pêş dibîne.
Bîden got ku "Pêşnûmaya nû ji 3 merhaleyan pêk tê û di merhaleya ewil a 6 hefteyî bi awayekî tam ji cî û warên li Xezeyê vekişîna hêzên Îsraîlê dihewîne." û got ku di heman pêvajoyê da pêşî tê pêşbînikirin ku îxtiyar û jin di nav da êsîr bên berdan û alîkariyên însanî yên ji bo Xezeyê zêde bibin.
Bîden der barê pêşniyaza ku ji ser Qeterê ra ragihandin Hemasê da wiha axivî: "Di vê merhaleya ewil a 6 hefteyî da Îsraîl û Hemas dê mizakereyên der barê merhaleya duyemîn da ango pêvajoya derbasbûna pêvajoya bi awayekî mayînde dawîlêanîna pevçûnan bimeşînin. Di merhaleya duyemîn da eskerên mêr ên sax mane jî di nav da êsîrên din dê bên berdan, Îsraîl dê ji Xezeyê vekişe, agirbesta berwext (a di merhaleya ewil da) dê biguhere bi awayekî mayînde dawîlêanîna pevçûnan."
Bîden da zanîn ku heke di merhaleya duyemîn da alî li hev bikin û agirbest mayînde bibe dê derbasî merhaleya sêyemîn bibin û diyar kir ku dê di merhaleya dawîn da pêvajoya ji nû va avakirina Xezeyê bê rojevê û êsîrên mirî yên di destê aliyan da bên teslîmkirin.
Bîden di axaftina xwe da bangî Îsraîlê kir û şîroveya "Ez dixwazim vê bifikirin ku heke gavek paş da biavûjin û ev derfet ji dest biçe ka bifikirin dê çi bibe. Em nikarin vê firsendê winda bikin." û destnîşan kir ku Îsraîl bi hlwesteke wekî "serkeftineke teqez" va nikare ewlehiya xwe bixwe pêk bîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
