Azerbeycan û Ermenistan ji bo agirbesta mirovî li hev kir
Azerbeycan û Ermenistanê di agirbesta berwext a bi armanca mirovî ya ku dê ji 18ê cotmehê bi saêta herêmî 00.00ê pê va derbasdar bibe li hev kir.

Baki
Azerbeycan û Ermenistanê di agirbesta berwext a bi armanca mirovî ya ku dê ji 18ê cotmehê bi saêta herêmî 00.00ê pê va derbasdar bibe li hev kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê da hat ragihandin ku biryara agirbesta berwext li gor danezaya 1ê cotmehê ya serokdewletên welatên hevserokên Koma Mînskê ya AGÎTê û danezanên 5ê cotmehê yên hevserokên Koma Mînskê ya AGÎTê û danezana Moskovayê ya 10ê cotmehê hat qebûlkirin.
Ermenistan û Azerbeycan di hevdîtinên ku li Moskovayê hatin kirin da biryar dabûn ku ji 10ê cotmehê saet 12.00ê pê va "agirbesta" mirovî ya ku guhertina cenaze û êsîrên li Qerebaxa Çiyayî pêş dibîne bê tetbîqkirin.
Artêşa Ermenistanê bêyî ku ji ser agirbestê 24 saet derbas bibe bi fuzeyan êrîşî Genceya bajarê Azerbeycanê kiribû û di encama êrîşê da 10 kes mirbûn, 35 kes jî birîndar bibûn.
Di 15ê cotmehê da jî li bajarê Terterê di êrîşa ku birin ser sivîlên ji bo merasima definkirinê çûn ser goran da 4 kes mirbûn, 4 kes jî birîndar bibûn.
Îro bi fuzeyan careke din êrîşî Genceyê kiribûn û 13 sivîl hatibûn kuştin, ji 50yî zêdetir sivîl jî ji bin enqazê birîndar hatibûn derxistin.