Axios: Wezareta Parastinê ya DYAyê amadekariya lêdana "derbeke mezin a dawîn" li Îranê dike
Ankara
Hat îdiakirin ku Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) ji bo dawîlêanîna şerê ku bi êrîşên DYA û Îsraîlê yên dijî Îranê dest pê kir, amadekariya lêdana "derbeke mezin a dawîn" dike.
Li gorî nûçeya Axiosa portala nûçeyan a li DYAyê ku çavkanî weke 2 rayedarên DYAyî digel 2 çavkaniyên xwedî agahî, nîşan da, dema di warê danûstanên di navbera DYA û Îranê da pêşveçûn çênebe, çaverêya "zêdebûna tevgera eskerî" tê kirin.
Çavkaniyên ku navên wan nehatin eşkerekirin, destnîşan kirin ku Pentagon di wê amadekariyê da ye ku "derba dawîn" biavêje Îran.
Çavkaniyan îfade kir ku di nava van amadekariyan da dagirkirina giravên Xark, Larek Ebû Mûsa û yên din digel dorpêçkirina keştiyên nefthilgir ên Îranê yên li rojhilatê Tengava Hurmuzê di xwe da digire.
Di nûçeyê da hat gotin ku hin rayedarên DYAyî bawer dikin ku ev "nîşandana hêzê ji bo bidawîanîna pevçûnê" dê di danûstanan da hêza danûstandinê ya zêdetir bide DYAyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
