Awustralyayê bi awayê fermî Dewleta Filistînê nas kir

Ankara
Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese ragihand ku wan Dewleta Filistînê nas kir.
Albanese li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê Amerîka ye, daxuyanî da.
Albanese ragihand ku Awustralyayê ji îro pê va Dewleta Filistînê ya serbixwe û serwer nas kir û wiha dewam kir, "Bi vî awayî Awustralya armancên gelê Filistînê yên ku heqê wan e û demeke dirêj e kirine armanc, nas dike."
Albanese dubare kir ku Awustralya piştgiriya çareseriya dudewletî dike.