Dinya

Astronota Amerîkayî Rubins wê di hilbijartina serokatiyê da raya xwe ji fezayê bide

Abdullah Tel  | 26.09.2020 - Rojanekırın : 29.09.2020
Astronota Amerîkayî Rubins wê di hilbijartina serokatiyê da raya xwe ji fezayê bide

Ankara

Astronota Amerîkayî Kate Rubins di hilbijartina serokatiyê ya meha mijdarê bê kirin da wê wisa hesab dike ku raya xwe li fezayê bide.

Astronota Ajansa Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) Rubins a ku wê di meha cotmehê da tevlî 2 kozmonotan bo 6 mehan biçe Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî daxuyanî da ajansa Associated Pressê û ji welatiyan xwest ku bila ew beşdarî hilbijartina serokatiyê ya li Amerîkayê bibin û raya xwe bidin.

Di axaftina xwe da Rubinsê got ku ew wisa plan dike ku raya xwe li fezayê bide û wiha pê da çû: "Heke raydayîn ji fezayê jî bê dayîn welatiyên li rûyê erdê divê raydayînê qet texsîr nekin."

Kate Rubinsê got: "Di demokrasiya me da tevlîbûn gelek muhim e. Ji fezayê raydayîn rûmetek e û em wisa difikirin."

Gelek astronotên Amerîkayî li Houstona ser eyaleta Teksasa Amerîkayê ye rûdinên û li gor rê û rêzikên qanûnî yên eyaletê ji îstasyonên fezayê awayekî elektronîk dikarin rayê bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.