ERBÎL
Li bajarên Hewlêr, Silêmaniye û Dûhokê yên Herêma Kurdistana Federal a Iraqê, ji 120 hezarî zêdetir astengdar hene û piraniya wan ji ber mayînên ku di dema Sadem Huseyîn de hatine binaxkirin seqet in.
Nûnerê Yekîtiya Astengdarên Kurdistanê yên Silêmaniyeyê Omer Kerîm Mohammed diyar kir ku li gor lîste û qeydên Wezareta Xizmetên Civakî, li Hewlêr, Silêmaniyê û Dûhokê 120 hezar astengdar hene. Piraniya wan jî ji ber mayinên ku teqiyane, seqet mane. Ev mayîn jî hemû di dema Rêveberiya Sadem Huseyîn de hatine binaxkirin.
Mohammed ji nûçevanê AAyê re axivî û got:"Li herêma Kurdistanê hejmara astengdaran gelek zêde ye, sedem gelek in, lê sedema herî mezin jî mayinên ku di dema rejîma Baasê de hatine binaxkirin in. Dewlet niha ji 3 mehan carekî di navbera 100 hezar û 150 hezar dînarî de mehaniyê dide astengdaran. Lê mixabin ev mehanî têra debara wan nake. Em dixwazin ku ev rewş bê sererastkirin. Me hêviya xwe ji desthilatiyê biriye lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Di 2011an de li parlementoyê ji bo astengdaran qanûn hat qebûlkirin, lê hê jî neketiye rewacê. Lazim e ku Serokwezîrî der barê mijarê de me agahdar bike.
Mohammed li ser pirsgirekên ku astengdar di hatûçûyê de lê rast tên jî sekinî û got: "Divê ji bo astengdaran qad, rê, kuçe û kolanan ji nû ve bên durustkirin."