Türkan Tosun
29 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Rêhewaya Tirkiyeyê (THY)r agihand partiya ewil ya aşiya vîrûsa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku ji Çînê tê sibê bi sefera Pekîn-Stenbolê wê bê Balafirgeha Stenbolê.
Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYyê daxuyand partiya ewil ya aşiya Kovîd-19ê ya ku ji Çînê tê sibê bi sefera THYyê ya ku hejmara sefera wê "TK 6175" e û ji paytext Pekînê rêdikeve wê bê Balafirgeha Stenbolê.
Di daxuyaniyanê da hat gotin di partiya ewil da 3 milyon doz aşiyên di hundirê 17 konteyneran da ne wê sibê di saet 06.10î da bigîhîjin Stenbolê.
Hat gotin rayedar wê paşê aşiyan bi balafireke din a THYê va bişînin Enqereyê.