Artêşa Îsrîalê bi tehdîda êrîşê xwest ku Nexweşxaneya El-Awdeyê ya li Xezeyê bê valakirin

Istanbul
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê dijî Nexweşxaneya El-Awdeyê ya li bakurê Xeta Xezeyê tehdîda êrîşê kir û xwest ku nexweşxane bê valakirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat diyarkirin ku Îsraîlê ku li herêmê nexweşxane, dibistan, navendên hêwirînê yên Filistîniyên ji cihê xwe bûne xwe sipartinê û kon û binesaziya sivîl hedef digire sûc û îxlalên dijî pergala tenduristiyê didomîne.
Hat gotin ku artêşa Îsraîlê tehdîda êrîşê kiriye û xwestiye ku nexweşxaneya El-Awdeyê ya li herêma Til ez-Zafer a li bakurê Xezeyê bê valakirin û xizmetê nede.
Di daxuyaniyê da ji bo li gor hiqûqa însanî û navneteweyî pêkanîna parastina pergala tenduristiyê ya li Xeta Xezeyê bangî hemû meqam û saziyên eleqedar kirin.
WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê di nûçeya xwe da diyar kir ku li nexweşxaneyê 190 kesên ku ji xebatkarên tenduristiyê, nexweş û birîndaran pêk tê heye.
Artûşa Îsraîlê demek kurt berî niha jî dora Nexweşxaneya El-Awdeyê hedef girtibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.