Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan li Îranê Fermandarê Îstixbaratê yê Hêzên Besîcê Ahmedî kuşt
Tel Aviv
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan li Tehrana paytextê Îranê roja dueşmê di êrîşa esmanî da ji fermandarên Hêzên Besîca girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê Îsmaîl Ahmed kuşt.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat îdiakirin ku balafirên şer ên Îsraîlê di êrîşa ser Tehranê da Fermandarê Îstixbaratê yê Hêzên Besîcê Ahmedî kir hedef.
Li gor îdiayê di êrîşa esmanî ya ku şeva duşemê hat kirin da alîkarê Ahmedî û efserekî îstixbaratê yê Besîcê jî hat kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
