Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê jî, gelek deverên Xeta Xezeyê bi êrîşên asîmanî û topan bombebaran dike
Gazze
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê jî, gelek deverên Xeta Xezeyê bi êrîşên asîmanî û topan bombebaran dike.
Îsraîl di binpêkirina peymana agirbestê ya ku di 10ê Cotmeha 2025an de ketibû rewacê da berdewam e.
Li gorî şahidên bûyerê, balafirên şer ên Îsraîlê taxa Tuffehê ya li rojhilatê bajarê Xezeyê bombebaran kirin, di heman demê da Kampa Penaberan a Bureycê ya li navenda Xezeyê jî ji aliyê topbarana Îsraîlê va hate armancgirtin.
Bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê welêt ji aliyê wesayîtên eskerî yên Îsraîlê va rastî gulebaraneke dijwar hat.
Heta niha ti agahî li ser qurbanî an birîndarên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser deverên Xezeyê yên ku hîn jî dagir kirine, tune ne.
Artêşa Îsraîlê li gelek deverên Xezeyê hebûna xwe ya fiîlî didomîne û nêzîkî ji sedî 50ê wê dagir kiriye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
