Artêşa Îsraîlê tehdîda wê yekê kir ku êrîşa 4 bajarokaên li başûrê Libnanê bike
Quds
Artêşa Îsraîlê tehdîda wê yekê kir ku êrîşa 4 bajarokaên li başûrê Libnanê bike.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di parvekirina xwe ya li ser hesabê X a medyaya civakî yê DYAyê da ragihand ku ew ê li dijî bajarokên Ernûn, Yuhmur, Zawtar Rojhilat û Zawtara Rojava yên li başûrê Libnanê, êrîşan li dar bixin.
Berdevk Adraee ji niştecihên Libnanî yên li bajarokên navborî xwest ku demildest malên xwe biterikînin û ber bi parêzgeha Nebatiyeyê va biçin.
Adraee îdia kir ku di êrîşên ku ew ê li herêmê bikin da, ew ê avahiyên girêdayî Hizbullahê hedef bigirin.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 486an û hejmara birîndaran jî derket 1313an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
