Dinya

Artêşa Îsraîlê serê sibehê li Xeta Xezeyê di êrîşan da 21 Filistînî kuştin

Ramzi Mahmud, Hamdi Yıldız  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Artêşa Îsraîlê serê sibehê li Xeta Xezeyê di êrîşan da 21 Filistînî kuştin

Gazze

 Di encama êrîşên ku artêşa Îsraîlê serê sibehê birin ser Xeta Xezeyê da zarok û kesên li benda alîkariyê bûn jî di nav da 21 Filistînî hatin kuştin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hat hildan, balafirên şer ên Îsraîlê li Taxa Şêx Ridwanê êrîşî Dibistana Amr bîn el-As kir. Di dibistanê da Filistîniyên ku ji cî û warên wan kirine, hebûn. Di encama êrîşê da 9 Filistînî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê li naverasta Xezeyê nêzî Korîdora Netzarîmê êrîşî kesên ku li derdora Pireya Geliyê Xezeyê benda alîkariyê sekinîbûn, kir û 3 Filistînî kuştin.

Li Geliyê es-Selqaya ku dikeve başûrê rojhilata Dêr el-Belahê jî Filistîniyek bi topên hatin avêtin va hat kuştin.

Îsraîlê li herêma El-Mewasiyê ya ku dikeve başûrê bajarê Xan Yûnisê jî êrîşî çadirên kesên ji cî û warên xwe bûne, kir û dudu jê zarok 5 Filistînî kuştin.

Îsraîlê li navenda bajarê Xan Yûnisê êrîşî avahiyekê kir û du Filistînî kuştin, li derdora Nexweşxaneya Sehrayê ya Urdunê ku dikeve rojavayê bajêr jî ÎHAyên Îsraîlê gule agir kirin û Filistîniyek jî li vir kuşt.

Li gor agahiya ku ji şahidan hat hildan, Îsraîlê bi topan êrîşî Kampa Penaberan a Bureycê kir û du Filistînî birîndar kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın