Dinya

Artêşa Îsraîlê şefeqê li Xezeyê konekî hedef girt û malbata ji 5 kesan pêk tê kuşt

Jomaa Younis, Esat Fırat  | 25.04.2025 - Rojanekırın : 26.04.2025
Artêşa Îsraîlê şefeqê li Xezeyê konekî hedef girt û malbata ji 5 kesan pêk tê kuşt

Gazze

 Artêşa Îsraîlê şefeqê li herêma el-Mewasiyê ya li başûrê Xeta Xezeyê konek hedef girt, di êrîşê da dê bav û 3 zarokên wan hat kuştin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan artêşa Îsraîlê li herêma el-Measiyê ya li ser bajarê Refahê ya li başûrê Xeta Xezeyê êrîşa asîmanî bir ser kona malbata "Ebû Tuayme".

Îbrahîm Xelîl Ebû Tuayme û xanima wî Hanadî Şaban Ebû Tuayme û zarokên wan Semîraya 8 salî, Azîmê 6 salî û Rafetê 4 salî yên ku di konê da dijiyan hatin kuştin.

Malbata Ebû Tuayme ji bo ku ji êrîşên Îsraîlê bireve mala xwe ya li Xan Yûnisê terikandibû û xwe sipartibûn kona li herêma el-Mewasiyê.

Ji hêla din va balafirên şer ên girêdayî artêşa Îsraîlê li herêma el-Menaraya li bajarê Xan Yûnisê malekî hedef girt, wesayîteke asîmanî ya bêmirov a artêşa Îsraîlê jî li rojhilatê Xan Yûnisê êrîş bir ser mirovên li herêma Abasan el-Kebîreyê kom bibûn.

Hê agahî nehat dayîn ka di êrîşên navborî da kuştî û birîndar hene yan na.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın