Dinya

Artêşa Îsraîlê: "Me li Îranê ji 3 hezarî zêdetir êrîş kirine"

Burak Dağ  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Artêşa Îsraîlê: "Me li Îranê ji 3 hezarî zêdetir êrîş kirine"

Tel Aviv

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku ji 28ê Sibatê va di êrîşên hevbeş da ligel Amerîkayê, li Îranê ji 3 hezarî zêdetir êrîş kirine.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke nivîskî da diyar kir ku êrîşên li ser hedefên rejima Tehranê berdewam dikin.

Di daxuyaniyê da artêşa Îsraîlê îdia kir ku ji 28ê Sibatê va di êrîşên hevbeş da ligel Amerîkayê, li Îranê ji 3 hezarî zêdetir êrîş kirine.

Wek mayîn duh hatibû ragihandin ku "êrîşên asîmanî yên berfireh" li dijî rojava û navenda Îranê û her wiha paytext Tehranê hatine kirin û hatibû îdiakirin ku zêdetirî 50 hedef hatine lêdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın