Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê digel agirbestê binpêkirinan didomîne
Istanbul
Artêşa Îsraîlê çendîn herêmên Xeta Xezeyê bombebaran kirin.
Îsraîlê li Xeta Xezeyê binpêkirina agirbestê didomîne.
Li gor agahiya ku ji şahidan hat hildan, artêşa Îsraîlê herêmên rojhilatê yên bajarê Xezeyê kirin hedef, her wiha li başûrê Xeta Xezeyê êrîşî bakur û rojhilatê bajarên Xan Yûnis û Refahê kir.
Artêşa Îsraîlê bi topan êrîşî Taxa Şucaiyyeyê ya li rojhilata bajarê Xezeyê kir û ji herêmê dengê teqînan hat bihîstin.
Balafirên şer ên Îsraîlê jî bajarên Xan Yûnis û Refahê bombebaran kirin, ji herêmên ku hatin bombekirin, dû rabû.
Li gor daneyên Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezeyê, piştî ku agirbest ket rewacê artêşa Îsraîlê li Xezeyê bi sedan caran agirbest binpê kir, herî kêm 394 Filistînî kuştin, bi hezaran kesî zêdetir birîndar kirin.
Îsraîlê di 8ê Cotmeha 2023yan da li dijî Xeta Xezeyê êrîş dan destpêkirin û ji du salan zêdetir e ku êrîşan dike, piraniya wan zarok û jin, ji 70 hezarî zêdetir Filistînî kuştin û ji 171 hezarî zêdetir jî birîndar kirin.
- Li Xezeyê ji ber sir û seqemê dergûşeke yek mehî mir
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyand, li herêmê ji ber sir û seqemê dergûşeke yek mehî mir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezaretê hat dayîn, Seîd Esad Abîdînê yek mehî di sir û seqemê da mir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li bajêr jimara kesên ku ji ber sir û seqemê mirin, derket 13an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
