Dinya

Artêşa Îsraîlê li rojavayê Xezeyê avahiyek pirqatî ku bi sedan Filistînî lê dimînin bombebaran kir

Ramzi Mahmud, Çağrı Koşak  | 05.09.2025 - Rojanekırın : 05.09.2025
Artêşa Îsraîlê li rojavayê Xezeyê avahiyek pirqatî ku bi sedan Filistînî lê dimînin bombebaran kir

Gazze

Artêşa Îsraîlê li rojavayê Xezeyê avahiyek pirqatî ku bi sedan Filistînî lê dimînin bombebaran kir.

Hat ragihandin ku avahiya pirqatî ya bi navê "Muştaha" ku bi sedan Filistînî xwe sioartinê, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve rastî êrîşa asîmanî hatiye.

Her çend hat ragihandin ku avahî ji ber êrîşê wêran bûye û dû ji deverê bilind dibe jî, hîn di derbarê hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî nehatiye dayîn.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz gef xwaribû ku êrîşên li ser Xezeyê ji bo dagirkirina bajêr zêde bike û gotibû "Deriyên dojehê vebûne".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın