Artêşa Îsraîlê li bajarê Xezeyê xanî hilweşandin, Xan Yûnis da ber topxaneyan
Istanbul
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê, li rojhilatê bajarê Xezeyê xanî teqandin û deverên li rojhilatê Xan Yûnis bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin wergirtin, artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajarê Xezeyê li Taxa Şûcaiyeyê li herêmên dagir kirine, gelek avahî teqandin û wêran kirin.
Eskerên Îsraîlê ji xeynî vê, herêmên li rojhilatê Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê jî bi topxaneyan kirin armanc.
Der heqê encamên kuştin û birîndarkirinê yên êrîşên artêşa Îsraîlê da hê agahî nehatiye dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
