Dinya

Artêşa Îsraîlê: Ji herêma Refahê nêzî 18 roketan avêtin Kerem Ebû Salim û Raîmê

Iyad Nabolsi, Ali Semerci  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 08.05.2024
Artêşa Îsraîlê: Ji herêma Refahê nêzî 18 roketan avêtin Kerem Ebû Salim û Raîmê

Istanbul

 Artêşa Îsraîlê daxuyand, ji bajarê Refahê yê li başûrê Xeta Xezeyê nêzî 18 roketan avêtin herêmên Kerem Ebû Salim û Raîma ku dikevin aliyê başûr.

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê da li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin, ji herêma Refahê nêzî 18 roketan avêtin Kerem Ebû Salim û Raîmê û sîrenan lêxist.

Li gor nûçeya rojnameya Yedioth Ahronothê jî li niştewarên Cihû yên bi navê Raim, Kissufim û Ein Hashloshayê sîrenan lêxist.

Agahî nehat dayîn bê ka di encama avêtina roketan da xesara madî çêbû yan na, an jî tiştek bi kesî hat yan na.

Li gor îdiaya artêşa Îsraîlê ji ber ku deriyê sînor ê Kerem Ebû Salimê kirin hedef, ji bo Xezeyê derbaskirina alîkariya însanî hat astengkirin. Şaxa eskerî ya Hemasê Tûxayên Qessamê jî destnîşan dike ku wan êrîşî baregehên eskerî kir.

Artêşa Îsraîlê duh sibehê li dijî herêma Refahê êrîşa bejahî da dabû destpêkirin û daxuyandibû ku wan aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê ku ji Misrê ra vedibe, bi dest xist.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın