Artêşa Îsraîlê ji bo Filistîniyên li naverasta Xezeyê fermana mişextîbûnê da

Gazze
Artêşa Îsraîlê hinek taxên li naverasta Xezeyê tehdîd kir û ji bo Filistîniyan fermana mişextîbûnê da.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xê nexşeyek weşand û tê da nemro danîne ser beşên naverasta Xezeyê û herêmên ku daxwaza valakirina hatiye kirin jî bi rengê sor hatine nîşandan.
Berdevkê artêşê Adraee ji bo bajarokên Nusayrat, Zehra, Mixraqe, Nuzhe, Bewadî, Besme, Besatîn, Bedir, Ebû Hureyre, Rewde û Sefayê yên ku dikevin naverasta Xeta Xezeyê tehdîda êrîşê kir.
Andree îdia kir ku bajarokên navborî "herêmên xeter ên şer in" û komên Filistînî hê mûşekan diavêjin Îsraîlê.
Andree her wiha îdia kir ku ji bo Filistîniyên li wan deveran, herêma Mewasî ya aliyê başûr ewledartir e û fermana koça mecbûrî da.
Artêşa Îsraîlê piştî 7ê cotmeha 2023yan bi nexşeyên ku Xeze dabeşî blokan kiriye fermana koça mecbûrî dide Filistîniyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.