Dinya

Artêşa Îsraîlê gef xwar ku ewê êrîşî Beqaya li rojhilatê Libnanê bike

Faruk Hanedar  | 06.03.2026 - Rojanekırın : 06.03.2026
Artêşa Îsraîlê gef xwar ku ewê êrîşî Beqaya li rojhilatê Libnanê bike

Quds

Artêşa Îsraîlê ku ji 2yê Adarê va êrîşên xwe didomîne, gef xwar ku wê êrîşî Beqaya li rojhilatê Libnanê bike.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee nexşeyek li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xa Amerîkî parve kir û tê da qadeke mezin a herêma Beqayê bi sor hatiye nîşankirin.

Adraee diyar kir ku divê niştecihên herêmeke fireh ku gundên Nebî Şît, Xidir, Sarîna Jorîn û Sarîna Jêrîn li herêma Beqayê dihewîne, bi lez û bez deverên xwe vala bikin û gef li herêmê xwar ku êrîşekê li ser herêmê were kirin.

Adraee diyar kir ku divê niştecih tavilê van deveran vala bikin û ber bi bakur va biçin.

- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî tesbîtkirina ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin, li bakurê welêt sîren ketin dewrê.

Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî daye destpêkirin û Beyrûta paytext hedef girtibû û ji asîman û behrê gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagiriya bejayî berfireh bike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniya xwe ya 5ê adarê da eşkere kiribû ku ji 2yê adarê pê va hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derketiye 123yan û hejmara birîndaran jî derketiye 638an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın