Dinya

Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên esmanî û bejahî birin ser Xeta Xezeyê

Ramzi Mahmud, Hamdi Yıldız  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên esmanî û bejahî birin ser Xeta Xezeyê

Gazze

 Artêşa Îsraîlê digel agirbestê hin herêmên Xeta Xezeyê bi êrîşên esmanî û topan kirin hedef.

Li gor agahiya ku ji şahidan hat standin, artêşa Îsraîlê êrîşî çendîn deverên bajarê Xezeyê, Kampa Penaberan a Bureycê û Xan Yûnisê kir.

Artêşa Îsraîlê ji hewa û topan va êrîşî rojhilata Xan Yûnisê kir, her wiha ji wesayîtên eskerî jî gule reşandin ser sivîlan.

Li dijî herêmên rojhilata Kampa Penaberan Bureycê jî êrîşa esmanî hat kirin.

Li rojhilata bajarê Xezeyê jî taxên Zeytûn û Şucaiyyeyê rastî êrîşa esmanî û topan hatin, li herêmê ser hev dengê teqînan hat bihîstin.

Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn bê ka di êrîşên Îsraîlê da tiştek bi kesî hatiye yan na.

- Komîteya Neteweyî ya Rêvebiriya Xezeyê: Deriyê Sînor ê Refahê wê hefteya bê were vekirin

 Serokê Komîteya Neteweyî ya Rêvebiriya Xezeyê Elî Şaas daxuyand ku Deriyê Sînor ê Refahê ya li Xeta Xezeyê ya li ser sînorê Misirê wê hefteya bê were vekirin.

Şaas peyameke bi vîdeoyê ji Civîna Aboriyê ya Dinyayê ya li Davosê ra şand.

Şaas di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ez kêfxweş im ku radigihînim ku wekî gaveke ewil deriyê sînor ê Refahê wê hefteya bê ji bo hatin û çûyîna dualî were vekirin."

Şaas anî ziman ku Refah ji bo Filistîniyan ne tenê deriyê sînor e, di heman demê da "xeta jiyanê" ye û ev jî "nîşanek e ku Xeze êdî ji dinyayê û dahatûyê ra girtî nîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın