Dinya

Artêşa Îsraîlê digel agirbestê li Xezeyê 4 Filistîniyên din jî kuştin

Mohamed Majed, Ömer Erdem  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê li Xezeyê 4 Filistîniyên din jî kuştin

Gazze

 Artêşa Îsraîlê digel agirbestê li dijî Xeta Xezeyê êrîş pêk anîn û 4 Filistînî kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 24 saetên dawîn da di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 4 cinaze û 10 birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji destpêkirina agirbestê û vir va 383 kes hatin kuştin, 1002 kes birîndar bûn û ji bin kavilan jî 627 term hatin derxistin.

Li Xezeyê bi agirbesta 10ê Cotmehê va dihat çaverêkirin ku pevçûn raswestin, lê Îsraîl peymana agirbestê hema hema her roj îxlal dike.

Li Xeta Xezeyê ji 8ê Cotmeha 2023yan û vir va di êrîşên Îsraîlê da 70 hezar û 373 Filistînî hatin kuştin û 171 hezar û 79 kes jî birîndar bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın