Artêşa Îsraîlê digel agirbestê bombebarankirina hin herêmên Xezeyê didomîne
Gazze
XEZE (AA) - Artêşa Îsraîlê bereksê agirbesta ku ji 10ê Cotmeha 2025an û vir va di warê cîbicîkirinê da ye, li dijî hin herêmên Xeta Xezeyê êrîşên asîmanî û topxaneyan pêk anîn.
Li gorî agahiya ji şahidan hat wergirtin, artêşa Îsraîlê rojhilatê taxên Zeytûn û Şûcaiyeyê yên li rojhilatê bajarê Xezeyê bi giranî bombebaran kir.
Balafirên şer jî li dijî van herêman û deverên li naverasta Xeta Xezeyê êrîş pêk anîn.
Hêzên Deryayî yên Îsraîlê jî qeraxên bajarê Xezeyê eletexmînî dan ber guleyan.
Li Xezeyê ji destpêkirina agirbesta 10ê Cotmeha 2025an û vir va di êrîşên Îsraîlê da 648 Filistînî hatin kuştin û 1728 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir da zêdetirî 72 hezarî Filistînî hatin kuştin û qedera 172 hezar Filistînî jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
