Dinya

Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xezeyê zêdetir ji 170 êrîşên asîmanî li dar xist

Mustafa Deveci  | 25.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xezeyê zêdetir ji 170 êrîşên asîmanî li dar xist

Ankara

 Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê zêdetir ji 170 êrîşên asîmanî li dar xist.

Artêşa Îsraîlê ya ku bi mebesta dagirkirina bajarê Xezeyê êrîşa bejayî daye destpêkirin, li seranserê herêmê bordûmana ji asîmanan va didomîne.

Êrîş li bajarê Xezeya ku tevî birçîbûn û tevkuştinan gelê wê axa xwe bi cih nahêle, zêde dibin.

Bajarê Xezeyê ji asîmanan û bejayê va tê bombebarankirin. Tevî van êrîşan bi sedan Filistînî Xezeyê bi cih nahêlin.

Ji aliyekî din va artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê zêdetir ji 170 êrîşên asîmanî li dar xist.

Herwiha di daxuyaniyê da hate gotin ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser bajarê Xezeyê dijwartir kirine.

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir va di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da herî kêm 65 hezar û 419 Filistînî hatine kuştin û 167 hezar û 160 kes jî birîndar bûne.

 - Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xeta Xezeyê 19 Filistînî hatin kuştin

 Ji serê sibehê da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê zarok jî di navê da 19 Filistînî hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hatin hildan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên dijî malên sivîlan û Filistîniyên ji cî û warê xwe bûne, didomîne.

Li gor agahiyan ji serê sibehê da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê zarok jî di navê da 19 Filistînî hatin kuştin.

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê gelek kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın