Artêşa Îsraîlê daxuyand, li başûrê Libnanê ku dagir kiriye 2 erkerên wan di pevçûnan da hatin kuştin
Ji aliyeki din, di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Libnanê ya dijî avahiyekî da jê gelek jin û zarok 19 kes hatin kuştin
Beyrut
Artêşa Îsraîlê daxuyand, li başûrê Libnanê ku dagir kiriye, di pevçûnan da 2 eskerên wan hatin kuştin.
Berdevkiya artêşa Îsraîlê ragihand, di pevçûnên başûrê Libnanê da yek jê çawîşê pispor, du eskerên wan hatin kuştin.
Hêngî ku Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê da dijî Îranê êrîş dane destpêkirin û hêngî ku Îsraîlê di 2yê Adarê da li Libnanê dest bi dagirkirina bejahî kiriye û vir va cara ewil e ku eskerên Îsraîlê tên kuştin.
- Di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Libnanê ya dijî avahiyekî da jê gelek jin û zarok 19 kes hatin kuştin
Di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Libnanê ya dijî avahiyekî 3 qatî da, li gor agahiyên ewil jê gelek jin û zarok 19 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê NNAyê, artêşa Îsraîlê li bajaroka Rojavayê Sirê ya li başûrê Libnanê êrîşî avahiyekî 3 qatî kir.
Li gor agahiyên ewil di êrîşê da jê gelek jin û zarok 19 kes hatin kuştin.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya 2yê Adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê moşek hatine avêtin, li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên esmanî daye destpêkirin, paytext Beyrûtê hedef girtiye û ji hewayê û behrê gelek êrîş biribû ser Libnanê û biryar dabû ku dagirkeriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 294an û ya birîndaran jî bû 1023.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
