Dinya

Artêşa Îsraîlê çadira Filistîniyên ku li Xezeyê ji cî û warên xwe bûne bombebaran kir û 12 kes kuştin

Muhammed Emin Canik  | 27.03.2024 - Rojanekırın : 27.03.2024
Artêşa Îsraîlê çadira Filistîniyên ku li Xezeyê ji cî û warên xwe bûne bombebaran kir û 12 kes kuştin

Istanbul

 Artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisa ku dikeve başûrê Xeta Xezeyê çadira Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne bombebaran kir û zarok jî di nav da 12 Filistînî hatin kuştin.

Li gor WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê, hêzên Îsraîlê li rojavayê Xan Yûnisê herêma el-Mewasiyê bombebaran kir.

Balafirên şer ên Îsraîlê çadira Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne bombebaran kir û zarok jî di nav da 12 Filistînî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa Îsraîlê êrîşên esmanî birin ser herêmên Refaha li başûrê Xezeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın