Artêşa Îsraîlê agirbest binpê kir û li Xezeyê Filistîniyek kuşt, 4 kes jî birîndar kirin
Gazze
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê li Xeta Xezeyê Filistîniyek kuşt, 4 kes jî birîndar kirin.
Li Xezeyê di 10ê Cotmeha 2025an da agirbest ket rewacê û Îsraîl binpêkirina agirbestê didomîne.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xist, artêşa Îsraîlê li bakur Taxa Tuffehê ya ser bi Xezeyê gule berda Mihemed Selîm Debabîş û ew kuşt. Cinazeyê Debabîş rakirin Nexweşxaneya Baptîsê.
Li Kampa Penaberan a Bureycê ku dikeve naverasta Xeta Xezeyê jî artêşa Îsraîlê sivîl kirin hedef û 4 kes birîndar kirin.
Sivîlên ku li Kampa Penaberan a Bureycê birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.
Artêşa Îsraîlê serê sibehê li bajarê Xan Yûnisa ku dikeve başûrê Xeta Xezeyê di êrîşê da 2 zarok û jinek birîndar kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
