Dinya

Artêşa Îsraîlê agirbest binpê kir û bordûmana li dijî herêmên cuda yên Xezeyê didomîne

Ramzi Mahmud, Ali Semerci  | 21.02.2026 - Rojanekırın : 21.02.2026
Artêşa Îsraîlê agirbest binpê kir û bordûmana li dijî herêmên cuda yên Xezeyê didomîne

Gazze

 Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta ku ji 10ê cotmeha 2025an va di rewacê da ye, êrîşên topavêjî û asîmanî yên li dijî herêmên curbicur ên Xezeyê domand.

Li gorî şahidan balafirên cengê yên Îsraîlê li dijî bajarokê Benî Suheylayê yê li Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê êrîşa asîmanî li dar xist.

Cihê navborê li gorî peymana agirbestê, ew di nav herêmên kontrol û belavkirina eskerî yên hêzên çekdar da ye.

Ev êrîş bi hevdemî digel topbarana tund a ji deryayê, ya ji aliyê hêzên deryayî yên Îsraîlê va li Xan Yûnisê hatin kirin.

Her wiha Îsraîlê deverên cuda yên taxa Tuffehê ya li rojhilatê Xezeyê, ku li gorî peymana agirbestê di bin kontrola artêşê da ye, jî topbaran kir.

Wesayîtên zirxkirî yên Îsraîlê êrîşa giran li dijî deverên li bakurê rojhilatê Xeta Xezeyê li dar xist.

Ji 10ê Cotmeha 2025an, ji dema ku agirbest li Xezeyê ketiye rewacê pê va di êrîşên Îsraîlê da 611 kes hatine kuştin û 1630 kes jî birîndar bûne.

Ji Cotmeha 2023an vir va, di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da zêdetirî 72 hezar kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 171 hezar kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın