Artêşa Îranê: Me ji bo tola Larîcanî bi moşekan êrîşî Tel Avîvê kir
Ji ber moşekên ku ji Îranê hatin agirkirin, li hin bajarên Îsraîlê sîrenan lê xist.
Istanbul
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê daxuyand, ji bo tola Sekreterê Giştî yê Konseya Payebilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcaniyê ku di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin, wan bi moşekên pirserî va êrîşî Tel Avîva paytextê Îsraîlê kir.
Ajansa Nûçeyan a Farsê der barê pêla 61emîn a operasyonên "Weda Rastîn-4"ê da daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku wan ji bo heyfa Larîcanî bi Huremşikên-4a moşeka pirserî, moşekên Qadir, Emad û Xeyberşikên va Tel Avîv kir hedef.
Beriya vê daxuyaniyê çapemeniya Îsraîlê daxuyandibû, di êrîşên ku Îranê bi moşekên pirserî va kirin da li Ramat Gana nêzî Tel Avîvê 2 kes hatin kuştin.
- Ji ber moşekên ku ji Îranê hatin agirkirin, li Îsraîlê sîrenan lê xist
Ji ber moşekên ku ji Îranê hatin agirkirin, li hin bajarên Îsraîlê sîrenan lê xist.
Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îranê hat dayîn, hat gotin ku ji Îranê moşek hatin agirkirin û pergalên parastina esmanî ketin dewrê ku pêşî li moşekan bigirin.
Li başûrê Tel Avîvê bajarên wekî Aşdod (Askalan), Herzliya û li Qudsa Rojhilat a dagirkirî ji ber moşekên Îranê sîrenan lê xist.
Têlevîzyona Kanal 12ê ya Îsraîlê îdia kir ku pergalên parastina esmanî moşek berteref kirin û got ku agahiya birîndariyê tuneye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
