Artêşa Îranê: Me bi dronan îstîxbarata eskerî ya Îsraîlê û hin baregehên asîmanî kirin armanc
Her weha Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Îranê Deryadar Elî Riza Tengisîrî ragihand ku baregehên DYAyê yên li Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Behreyn û Kuweytê kirin armanc.
Ankara
Artêşa Îranê ragihand ku bi dronan Amana yekeya îstixbarata eskerî ya Îsraîlê, 8200 siber operasyon û yekeya kartêkirina daneyan û hin baregehên asîmanî kirin armanc.
Artêşa Îranê derbarê êrîşan da daxuyanî da û wiha got:
"Ji bo bîranîna fermandarên ezîz, wêrek û şehîd ên Îranê, vê sibê, Teşkîlata Îstixbaratê ya Amanê, 8200 siber operasyon û yekeya kartêkirina daneyan û cihekî kombûnê ji bo hejmarek şervanên rejima dagirker li deverên dagirkirî, bi êrîşên droneyan bûn armanca Artêşa Komara Îslamî ya Îranê."
Hat diyarkirin ku êrîş dê berdewam bin û "Ji bo sûcên ku li dijî welatiyên me kirin, ewê ji dijminan tol bê sitandin."
- Artêşa Pasdarên Îranê: Me baregehên DYAyê yên li Mîrektiyan, Behreyn û Kuweytê kirin armanc
Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Îranê Deryadar Elî Riza Tengisîrî ragihand ku baregehên DYAyê yên li Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Behreyn û Kuweytê kirin armanc.
Tengisîrî li ser hesabê xwe yê Xê ya medyaya civakî ya Amerîkayê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Hêzên me yên Deryayî, baregehên DYAyê û xalên kilît ên li Defra, Şêx Îsa û Udaîriyê kirin armanc."
Fermandarê Îranî ragihand ku di êrîşê da radar, bircên kontrolê, xangarên balafiran û depoyên sotemeniyê yên li baregehan şewitîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
