Dinya

Artêşa Sûriyeyê wê li Helebê li dijî êrîşên PKK/YPGê operasyoneke eskerî ya sînorkirî bide destpêkirin

Muhammed Karabacak, Ömer Koparan  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Artêşa Sûriyeyê wê li Helebê li dijî êrîşên PKK/YPGê operasyoneke eskerî ya sînorkirî bide destpêkirin

Damascus

 Hat ragihandin artêşa Sûriyeyê wê li Helebê li dijî PKK/YPGya rêxistina terorê ku navê HSDyê bi kar tîne, operasyoneke eskerî ya sînorkirî bide destpêkirin.

Li Helebê pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê da dewam dikin

Di daxuyaniya Ofîsa Midûriyeta Medyaya Derva ya Wezareta Enformosyanê ya Sûriyeyê da hat gotin, meha borî di êrîşên rêxistina terorê da ji 20î zêdetir sivîl, ji 25an zêdetir esker hatin kuştin û ji 150î zêdetir kes jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ev êrîş bandoreke neyînî li ser jiyana rojane û bazirganiya li Helebê dikin û wiha hat gotin: "Artêşa Ereb ya Sûriyeyê li hemberî êrîşên HSDê yên li ser taxên sivîlan, rêyên sereke û hêzên ewlehiyê wek bersiv wê li Helebê operasyoneke eskerî ya sînorkirî bide destpêkirin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyon wê li gorî biryareke herêmî û daxwazên gelê Helebê were kirin.

Hat destnîşankirin ku armanc rawestandina êrîşên topan yên ku dewam dikin û wesayîtên bêmirov yên hewayî (ÎHA), pêkanîna ewlehiyê, vekirina rêya Heleb-Ezezê û parastina sivîlan e.

Hat gotin çalakiyên eskerî wê li gor hiqûqa navneteweyî bên kirin, ewil sivîl wê bên texliyekirin û bi tenê komên çekdar wê hedef bên girtin.

- Pevçûnên li Helebê

Li navenda Helebê di 6ê Çileya Paşîn da pevçûn çêbûbûn, eskerek û 5 sivîl hatibûn kuştin û 31 kes jî birîndar bûbûn.

Artêşa Sûriyeyê li ser xetên di navbera PKK/YPGya rêxistina terorê da bi dehan tank, esker û wesayît bi cî kiribû.

Li Balafirgeha Helebê seferên balafiran hatibûn rawestandin.

PKK/YPGya rêxistina terorê di êvara heman rojê da êrîşî dibistan û nexweşxaneyeke li Taxa Suryaniyan kiribû.

 - Li Helebê bi hezaran malbatan xwe spart mizgeft û navendên wek stargeh hatine avakirin

Piştî pevçûnên dijwar ên di navbera artêşa Sûriyeyê û PKK/YPGê da li Helebê, bi hezaran malbatên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê reviyane, li mizgeft û stargehên demkî yên li seranserê bajêr hatine avakirin, hatin bicîkirin.

Ji bo malbatên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk tên yên ku ji pevçûnan bandor dîtine, di demeke kin da gelek navend hatin amadekirin.

Meryem el-Başaya ku neçar ma ku bi malbata xwe ra ji mala xwe ya li taxa Şêx Meqsûdê derkeve, ji nûçegihanê AAyê re got ji ber bombebaranên dijwar ew neçar mane ku malên xwe biterikînin.

Başayê diyar kir gule li ser mala wan dibarin û wiha got: "Sê zarokên min hene, hemû jî pir tirsiyan. Her tim guleyên topan dibariyan, nehiştin ku em bi şev derkevin. Vê sibê ji me re gotin rêyeke derketinê ya ewle heye û em hatin vir."

Başayê anî ziman ku şert û mercên li stargehê baş in û wiha axivî: "Sibê taştê dane me, nivîn û betaniyan peyda kirin. Şikir tu kêmasiya me tune. Birîndar tune ne, lê bê guman mala me rehettir e. Înşallah, em ê di demeke kin da vegerin malên xwe."

Huda Meraşniya ku ji taxa Eşrefiyeyê hatiye jî diyar kir ku ji ber bombebaran û êrîşan jiyan bi tevahî zehmet bûye.

Meraşniyê wiha got: "Xwarin, xaz û mazotê peydakirin zehmet bû. Hewa pir sar e û zarokên me yên biçûk hene. Bombebaran ji duh va dewam dike, kes raneza. Ev cara sêyemîn e em neçar dimînin ku ji mala xwe derkevin."

Meraşniyê got ew niha li kampusa zanîngehê dimînin û destnîşan kir ku şert û merc li gorî rewşa heyî baş in û ji kesên ku alîkariya wan kirine ra spas kir.

- Hat ragihandin li Helebê ji bo derbasbûna sivîlan "du derwazeyên însanî" jinûva vebûn

 Walîtiya Helebê ragihand, ji ber ku rêxistina terorê PKK/YPGya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne nahêle sivîl ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derkevin, du derwazeyên însanî jinûva hatin vekirin ku sivîl derbasî herêmên ewle bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê da hat destnîşankirin, ji bo ku sivîl derbasî herêmên ewle bibin, bi artêşa Sûriyeyê ra kordînasyon hat pêkanîn û di vê çarçoveyê da herdu derwazeyên însanî jinûva vebûn.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, sivîlên dixwazin ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derkevin, dikarin bi rêya derwazeyên li El-Ewarîd û Kolana Zuhûrê ra dikarin biçin herêmên ewle yên li bajarê Helebê.

Hat diyarkirin, texliye di navbera saet 10.00 û 13.00î da dê sê saetan dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın