Dinya

Artêşa Sûriyeyê teqwiye dişîne xeta Dêr Hafira ku di binê dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da ye

Muhammed Karabacak  | 14.01.2026 - Rojanekırın : 14.01.2026
Artêşa Sûriyeyê teqwiye dişîne xeta Dêr Hafira ku di binê dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da ye

Halab

 Artêşa Sûriyeyê teqwiye dişîne xeta herêma Dêr Hafirê ya li ser wilayeta Helebê ku di binê dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da ye.

YPG/HSDya rêxistina terorê li Heleba bajarê Sûriyeyê êrîşî mewziyên artêşê û cihên sivîlan kir

Rêxistina terorê YPG/HSD ji bo rêgiriya operasyonên Sûriyeyê pirên li herêmê diteqîne

Artêşa Sûriyeyê ji bo amadehiyên operasyona dijî herêmên ku li rojavayê Çemê Feratê di binê dagirkeriya YPG/HSDyê da ye, ji Lazqiyeyê konvoyeke eskerî sewqî herêmê kir.

Konvoy ji wesayîtên eskerî pêk tê û di wesayîtan da roketavêjên pirlûle û bataryayên topavêj jî hene. Hat gotin ku hikûmeta Sûriyeyê wê konvoyê li xeta Dêr Hafira Helebê bi cih bike ku ew der wekî herêma eskerî ya girtî îlan kiribû.

 - Artêşa Sûriyeyê li Dêr Hafirê bi roketên pirserî li hedefên YPG/HSDyê dixe

Artêşa Sûriyeyê li Dêr Hafira li rojhilatê Helebê, bi roketên pirserî bi navber li hedefên rêxistina terorê YPG/HSDyê dixe.

Li gorî agahiya peyamnêrê AAyê ji herêmê ragihand, artêşa Sûriyeyê li Dêr Hafirê hedefên rêxistina terorê YPG/HSDyê dide ber roketên pirserî.

Her wiha di navbera artêşa Sûriyeyê û terorîstên YPG/HSDyî da li nêzîkî Bendava Tişrînê ya li rojhilatê Helebê jî pevçûn rû didin.

Ji aliyê din va artêşa Sûriyeyê li bajarê Dêr Hafirê, avahiya şirketa gubreyê û avahiya Midûriyeta Posteyê ya berê yên ku YPG/HSD wekî baregeh û depo bi kar tîne, kirin armanc.

Artêşa Sûriyeyê ji bo amadehiyên operasyona dijî herêmên ku li rojavayê Çemê Feratê di bin dagiriya YPG/HSDyê da ne, ji Lazqiyeyê konvoyeke eskerî sewqî herêmê kiribû.

Hatibû diyarkirin, konvoya wesayîtên eskerî ya di navê da roketavêjên pirserî û bataryayên topxaneyan jî hene, dê li xeta Dêr Hafira Helebê bê bicihkirin ku ji hêla hikûmeta Sûriyeyê wekî herêma eskerî ya girtî hatibû îlankirin.

 - Artêşa Sûriyeyê hin rêyên ku ber bi Meskeneya ku wekî herêmeke eskerî îlan kiriye va diçin wê ji hatin û çûyînê ra bigire

 Polêsên Sûriyeyê ragihandin rêyên ku ber bi Meskeneyê ya ku deverên rojavayê Çemê Fêratê di nav da ye û piştî kombûna rêxistina terorê wekî herêmeke eskerî hatiye îlankirin, îro êvarê bi dema herêmî ji saet 6ê êvarê pê va ji hatin û çûyînê ra werin girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya polêsan da hat destnîşankirin, rêyên ku ji herêma Safîrayê ya li gundewarê Helebê ber bi Meskeneyê û Çêwlika Şeşan va diçin wê ji saet 6ê êvarê pê va heta emrekî duyemîn ji hatin û çûyînê ra bên girtin.

Hat gotin ev biryar ji bo ewlehiya niştecihan hatiye dayîn û ji welatiyan hat xwestin ku ew li gorî telîmatan tevbigerin.

Piştî zêdebûna êrîşan, artêşa Sûriyeyê di 7ê Çileya Paşîn da li Helebê li dijî taxên ku ji hêla YPG/HSDya rêxistina terorê va hatibûn dagirkirin operasyonek dabû destpêkirin.

Piştî operasyonê, taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zeyd ên li Helebê ji dagirkeriya rêxistina terorê hatibûn rizgarkirin.

Artêşa Sûriyeyê ji ber ku rêxistina terorê li herêmê bi cî dibe û ji van deran li dijî Helebê êrîşên ÎHAyê dike, herêma rojavayê Çemê Feratê ya ku hatiye dagirkirin wekî herêma eskerî îlan kiribû û xwestibû ku hemû hêzên çekdar vekişin rojhilatê Feratê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın