Artêşa Sûriyeyê li ser xeta Reqa, Heseke û Helebê du korîdorên mirovî vekir
Damascus
Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û rewşên awarte li gundewarên Reqa, Hesekê û Helebê du korîdorên mirovî yên cuda hatin vekirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, Heyeta Operasyonên Artêşa Sûriyeyê ragihand ku bi hevkariya bajarên peywendîdar ra du korîdorên mirovî hatin vekirin.
Li gorî vê, korîdora yekem bi hevkariya Walîtiya Hesekeyê li nêzîkî gundê Tel Dawudê ya li ser rêya Reqa-Hesekeyê hate avakirin.
Korîdora mirovî ya duyem bi hevkariya Walîtiya Helebê li nêzîkî gundê Nur Elî ya li xaçerêya Eynulerebê ya li ser rêya M4ê hate vekirin.
Rayedaran diyar kirin ku ev korîdor ji bo gihandina alîkariyên mirovî û derbasbûna ewle ya dozên mirovî yên lezgîn û hesas hatine veqetandin.
