Artêşa Sûriyeyê: Li Helebê taxa dawîn a di bin dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da hat rizgarkirin
Amman
Artêşa Sûriyeyê ragihand ku di encama operasyona ku li dar xistin da, li Helebê Şêx Meqsûda taxa dawîn a di bin dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da hat rizgarkirin.
Di daxuyaniya artêşê da hat destnîşankirin ku kontrola li bajêr bi temamî hat bidestxistin, taxa dawîn a di bin dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da hat rizgarkirin.
Tevî vê ji ber ku çekdarên terorîst hîn jî xwe di nava gel da vedişêrin, ji sivîlan hat xwestin ku li malê bimînin û dernekevin derva.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em ji xelkê sivîl dixwazin ku li malên xwe bimînin û dernekevin derva, ji ber ku endamên HSD û PKKya rêxistinên terorê, di nav xelkê da xwe vedişêrin."
Hat gotin ku di rewşên awarte da yan jî heke hêmanên terorîst werin tesbîtkirin, sivîl dikarin bi hêzên eskerî yên li taxê ra têkiliyê daynin.
- Ajansa fermî ya Sûriyê SANA: "Artêşê kontrola ji sedî 90ê taxa Şêx Meqsûdê bi dest xistiye"
Li gorî agahiyan, artêşa Sûriyeyê ji sedî 90ê taxa Şêx Meqsûda Helebê ji hêzên YPG/HSDya rêxistina terorê paqij kiriye.
Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Sûriyeyê SANAyê ku çavkanî rayedarên artêşê ne, operasyona dijî rêxistina terorîst ya li Helebê berdewam dike.
Di nûçeyê da hat gotin ku "Artêşa Ereb ya Sûriyeyê operasyonên paqijkirinê li zêdetirî ji sedî 90ê taxa Şêx Meqsûdê temam kiriye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
