Dinya

Artêşa Sûriyeyê li Helebê piraniya kontrola Eşrefiyeya di bin dagiriya PKK/YPGyê da bi dest xist

Mehmet Burak Karacaoğlu, Ömer Koparan  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Artêşa Sûriyeyê li Helebê piraniya kontrola Eşrefiyeya di bin dagiriya PKK/YPGyê da bi dest xist

Halab

Yekîneyên artêşa Sûriyeyê li navenda bajarê Helebê piraniya kontrola Eşrefiyeya ku yek ji taxên di bin dagiriya PKK/YPGya rêxistina terorê da ye bi dest xist.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên eskerî yên beşdarî pevçûnan bûn û li navenda bajarê Helebê dijî PKK/YPGyê operasyonan dike bûne hildan yekîneyên eskerî li Taxa Eşrefiyeyê piraniya kontrolê bi dest xist.

Yekîneyên Hêza Peywira Taybet a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê jî ket taxê û li Eşrefiyeyê dest bi xebatên lêgerîn û kontrolê kir.

Pevçûnên di navbera rêxistina terorê û yekîneyên artêşê da li hin cihên taxê û xeta Taxa Şêx Meqsûd didomin.

Waliyê Helebê Ezam el Xerîb di daxuyaniya xwe da got ku Hêzên ewlehiya navxweyî ji bo ku herdu taxên navborî bi temamî hilde bin ewlehiyê û pêk bîne ku niştecihên ji cî û warê xwe bûne di nav ewlehiyê da vegerin malên xwe amadehî dike ku li van deran bi cî bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın