Dinya

Artêşa Sûriyeyê li Helebê li dijî xalên PKK/YPGya rêxistina terorê dest bi operasyonan kir

Mehmet Burak Karacaoğlu, Ahmet Karaahmet  | 08.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Artêşa Sûriyeyê li Helebê li dijî xalên PKK/YPGya rêxistina terorê dest bi operasyonan kir

Halab

 Artêşa Sûriyeyê li Helebê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, dijî çeperên PKK/YPGya rêxistina terorê ku li Sûriyeyê navê HSDyê bikar tîne, dest bi operasyonan kir.

Piştî rawestana valakirina sivîlên li taxan, çeperên eskerî yên rêxistina terorê dibin hedef.

Artêşa Sûriyeyê piştî destnîşankirina cihên ku ji sivîlan tê xwestin ku dûr bisekinin, bi topên hawinan dest bi lêdana hedefên PKK/YPGyê kir.

Ji ber ku rêxistina terorê bersiv da, pevçûn dîsa dijwar bûbûn.

Artêşa Sûriyeyê lokasyonên PKK/YPGê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê parve kiribû û daxwaz kiribû ku sivîl ji wê herêmê derkevin.

 - PKK/YPGya rêxistina terorê li Helebê nahêle sivîl derbasî cihên ewle bibin

Li Sûriyeyê PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku navê HSDyê bi kar tîne, li Taxa Eşrefiyeyê ya Helebê ya dagikirî, cihê kontrolê ava kiriye û rê li ber sivîlan digire da ku ew ji herêmê neçin û êrîşî cihê derbasbûnê ya mirovî kir.

Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên herêmî hilda, PKK/YPGya rêxistina terorê li nêzîkî Mizgefta Selahedîn a li Taxa Eşrefiyeyê "cihekî kontrolê" ava kir.

Tê diyarkirin ku endamên rêxistina terorê vê cihê kontrolê bi kar tînin ku rê li ber sivîlan bigirin da ku ew ji Taxa Eşrefiyeyê dernekevin û ber bi deverên ewle yên Helebê va neçin.

Li gorî agahiya nûçegihanê AAyê yê li Helebê, PKK/YPGyê rê li ber sivîlan girt ku ew ji herêmê neçin û êrîşî cihê derbasbûnê ya mirovî kir.

Rêxistina terorê topên hewanê avêt korîdora mirovî ya li taxa Suryaniyan a Helebê.

Rayedarên Sûriyeyê hê derbarê êrîşê da tu agahî nedan ku ka kes miriye yan na.

Ji hêla din va çavkaniyên herêmî ragihandin ku PKK/YPGyê êrîşeke hewayî biriye ser taxa Xalidiyeyê ya Helebê û 3 kes birîndar bûne.

 -PKK/YPGya rêxistina terorê li Helebê êrîşî cî û warên sivîlan kir

Pevçûnên di navbera Artêşa Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku navê HSDyê bi kar tîne li cihên ku dagir kiriye xurt dibin û rêxistina terorê li Helebê êrîşî cî û warên sivîlan kir.

Artêşa Sûriyeyê li dijî mewziyên PKK/YPGê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ku di bin dagirkeriya wan da ne, dest bi operasyonan kir.

Piştî operasyonê, li herêmê pevçûnên dijwar dest pê kirin û rêxistina terorê li deverên cuda yên Helebê êrîşî cî û warên sivîlan kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirt, PKK/YPGyê li Helebê bi topên hewanê û nîşangeran va êrîşî gelek deverên niştecihbûnê yên sivîlan kir.

Di nav cihên ku êrîş lê hatin kirin da taxa Meydanê, wargeha xwendekaran a Zanîngeha Helebê, gundê Kefr Hemrayê û Saziya Avê ya Helebê jî hene.

Ji bilî vê, di êrîşa PKK/YPGyê ya li dijî Nexweşxaneya Er-Raziyê ya li Helebê da doxtorek birîndar bû.

Di êrîşa rêxistinê ya li Helebê ya li dijî ambulansê da jî xebatkarekî tenduristiyê yê dildar birîndar bû.

PKK/YPGyê serê sibê bi topên hewanan êrîşî korîdora mirovî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyêyê ya ji bo ku sivîl bên texliyekirin hatiye vekirin, kiribû.

Ji hêla din va, çavkaniyên herêmî ragihandibûn ku PKK/YPGyê êrîşeke hewayî biriye ser taxa Xalidiyeyê ya Helebê û 3 kes birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın