Artêşa Sûriyeyê hêzên xwe yên li bajarê Suweydayê bi temamî vekişand

Syria
Artêşa Sûriyeyê hêzên xwe yên li bajarê Suweydayê bi temamî vekişand
Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê hêzên xwe yên li bajarê Suweydayê bi temamî vekişand ku 5 roj e bi komên çekdar yên herêmî ra pevçûn çêdibûn.
Piştî di navbera rêvebiriya Sûriyeyê, komên çekdar yên herêmî û pêşdahatiyên bajêr da peymana agirbestê çêbû, artêşa Sûriyeyê hêzên xwe yên li bajarê Suweydayê bi temamî vekişandin.
Li bajêr piştî agirbestê aramî heye.
AAyê dîmenên hezên ku ji bajêr derdiketin kişandibû.
- Artêşa Sûriyeyê hêzên xwe yên li bajarê Suweydayê vedikişîne
Artêşa Sûriyeyê hêzên xwe yên li bajarê Suweydayê vedikişîne ku 4 roj e bi komên çekdar yên herêmî ra pevçûn çêdibin.
Piştî di navbera rêvebiriya Sûriyeyê, komên çekdar yên herêmî û pêşdahatiyên bajêr da peymana agirbestê çêbû, artêşa Sûriyeyê hêzên xwe yên li bajarê Suweydayê vedikişîne.
AAyê dîmenên hezên ku ji bajêr derdikevin kişand.
Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Sûriyeyê
- Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Sûriyeyê
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Tuxaya 107emîn a li Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê.
Êrîş li herêma Bezamilê ya li Cebleya navçeya Lazqiyeyê dijî kampusa eskerî ya Tuxaya 107emîn hat kirin.
Artêşa Îsraîlê der barê van êrîşên ku li Sûriyeyê hatin kirin da tu daxuyanî neda.
Balafirên şer ên Îsraîlê duh jî digel kampusên eskerî yên li wilayetên Dera û Suweydayê, li paytext Şamê êrîşên esmanî biribûn ser kampusa Serokomariyê û avahiyên Wezareta Parastin û Sererkaniyê.