Dinya

Artêşa Sûriyeyê gihîşt Meskeneya li rojhilatê Helebê

Artêşa Sûriyeyê piştî ku Dêr Hafira li rojavayê Rûbarê Feratê xist bin kontrolê, gihîşt Meskeneya li rojhilatê Helebê.

Ömer Koparan  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Artêşa Sûriyeyê gihîşt Meskeneya li rojhilatê Helebê

Halab

Artêşa Sûriyeyê piştî ku Dêr Hafira li rojavayê Rûbarê Feratê xist bin kontrolê, gihîşt Meskeneya li rojhilatê Helebê.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê gihîşt bajarokê Meskeneyê ya li rojhilatê Helebê.

Di nuçeyê da hat gotin ku artêşa Sûriyeyê her wiha 34 gundên li çolwarên Helebê kontrol kirine û hiştiye zêdetirî 200 endamên YPG/SDGya rêxistina terorê digel çekên xwe derbas bibin.

Artêşa Sûriyeyê yekîneyên xwe di serê sibê da ji bo ketina çolwarên bajêr, bi taybetî gundê Himeymeyê, bi cih kiribû.

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku yekîneyên wê ji bajarê Dêr Hafirê dest bi ketina herêma rojavayê Rûbarê Feratê kirine.

Ferhat Ebdî Şahînê yek ji rêberên YPG/SDGya rêxistina terorê ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê va hatiye hedefgirtin, diyar kiribû ku hêmanên rêxistinê dê heta saet 7.00ê sibehê vekişin rojhilatê Rûbarê Feratê.

 - Artêşa Sûriyeyê dikeve Dêr Hafirê

Artêşa Sûriyeyê ragihand piştî ku YPG/HSDya rêxistina terorê piştî operasyona artêşa Sûriyeyê li rojavayê Çemê Feratê da destpêkirin eşkere kir ku dê ji herêmê vekişe artêş ket bajêr.

Artêşa Sûriyeyê sibehê li gundewarê bajêr ji bo ku bikeve gundê Humeymeyê yekîneyên xwe sewq kirin.

Piştî ku bariyerên ji axê yên li rêyan hatin rakirin artêşa Sûriyeyê ji bo ku li Dêr Hafirê kontrolê bi dest bixe ji rojavayê bajêr ket herêmê.

El-Îxbariyeya Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku komên ewil ên yekîneyên artêşa Sûriyeyê ji bajarê Dêr Hafirê dest pê kirin û dikevin herêma li rojavayê Çemê Feratê.

Ferhat Ebdî Şahînê ji serkirdeyên YPG/HSDya rêxistina terorê ya ku artêşa Sûriyeyê hedef girt eşkere kiribû ku hêmanên rêxistina terorê dê ji saet 07.00an pê va vekişin rojhilatê Çemê Feratê.

- Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Ji rojavayê Feratê vekişîna YPG/HSDyê dê sibeha şemiyê dest pê bike

 Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku pêvajoya ji kozikên li rojavayê Feratê vekişîna YPG/HSDya rêxistina terorê dê sibeha şemiyê dest pê bike.

Daîreya Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Parastinê daxuyaniyek da El-Îxbariyeya televîzyona dewletê ya Sûriyeyê û got ku "Ji rojavayê Feratê vekişîna YPG/HSDyê dê sibeha şemiyê dest pê bike. Pişt ra dê yekîneyên Artêşa Sûriyeyê întiqalî herêmê bikin."

Di daxuyaniyê da her wiha hat destnîşankirin nûçeyên dibêjin ku artêşa Sûriyeyê ketiye herêma Dêr Hafirê rast nînin.

Ji hêla din va Fermandariya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê jî da zanîn ku YPG/HSDya rêxistina terorê dê di pêvajoya paşvekişînê da hedef neyê girtin.

Ferhat Ebdî Şahînê ji serkirdeyên YPG/HSDya rêxistina terorê ya ku artêşa Sûriyeyê hedef girt eşkere kiribû ku hêmanên rêxistina terorê dê ji saet 07.00an pê va vekişin rojhilatê Çemê Feratê.

- Serkirdeyê YPG/HSDya rêxistina terorê îdia kir ku dê ji rojavayê Çemê Feratê vekişin

 Ferhat Ebdî Şahînê ji serkirdeyên YPG/HSDya rêxistina terorê ya ku artêşa Sûriyeyê bi operasyona ku li rojavayê Çemê Feratê da destpêkirin va hedef girt îdia kir ku dê rêxistin vekişe rojhilatê çem.

Di daxuyaniya serkirde ya ji ser çapemeniya civakî hat parvekirin da hat parastin ku vekişîn ji bo nîşandana "niyeta baş a di mijara riayeta şertên peymana 10ê Adarê" ye.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku hêmanên terorîst dê sibehê saet 07.00an da vekişin herêmên li rojhilatê Çemê Feratê.

- Daxuyaniya vekişîna YPG/HSDya rêxistina terorê ji deverên gundewarî yên Dêr Hafira Sûriyeyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin

 Daxuyaniya vekişîna YPG/HSDya rêxistina terorê ji deverên gundewarî yên Dêr Hafira Sûriyeyê ya piştî operasyona eskerî ya artêşa Sûriyeyê ku li rojavayê Rûbarê Feratê da destpêkirin, hat rojevê, bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Li gundê Himeymeyê Dêr Hafirê ya ku dema operasyonê dest pê kir kolanên wê vala bûn, piştî ku hat ragihandin ewê rêxistina terorîst ber bi rojhilatê Feratê va vekişe, sivîl vegeriyan kolanan.

Gelek sivîlan alên nû yên Sûriyê hilgirtin, tekbîr anîn û pîrozbahî kirin. Nîştecihên herêmê ev geşedan weke "rizgarî" bi nav kirin û diyar kirin ku YPG/HSDya rêxistina terorê demeke dirêj e jiyana wan a rojane dijwar kiriye.

- Artêşa Sûriyeyê kontrola Dêr Hafirê bi dest xist, ji Meskeneyê vekişîna YPG/HSDyê dewam dike

Artêşa Sûriyeyê kontrola Dêr Hafira li rojhilatê Helebê cî digire kontrol bi dest xist, ji Meskeneyê vekişîna YPG/HSDyê dewam dike.

SANAya Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyû ragihand ku artêşa Sûriyeyê li Dûr Hafira li gundewarê rojhilatê Helebê kontrol bi temamî bi dest xist.

Artêşa Sûriyeyê sibehê ji bo ku bikeve gundê Humeymeyê ya li gundewarê bajêr yekîneyên xwe sewq kiribûn.

Artêşa Sûriyeyû ragihandibû ku yekîneyen ji bajarê Dêr Hafirê dest pê kirine û ketine herêma rojavayê çemê Feratê.

Ferhat Ebdî Şahînê ji serkirdeyên YPG/HSDya rêxistina terorê ya ku artêşa Sûriyeyê hedef girt eşkere kiribû ku hêmanên rêxistina terorê dê ji saet 07.00an pê va vekişin rojhilatê Çemê Feratê.

- Artêşa Sûriyeyê sinyala berfirehkirina operasyona li dijî YPG/HSDê ber bi rojhilatê Rûbarê Feratê va da

Artêşa Sûriyê herêmeke eskerî ya nû li rojhilatê Rûbarê Feratê ragihand, ku digihêje xala sifir a navenda bajarê Reqayê.

Kanala televîzyonê ya dewleta Sûriyeyê El-Îxbariyeyê ragihand ku piştî ku PKKya rêxistina terorê hêzên artêşê hedef girt, artêşa Sûriyeyê herêma rojavayê Rûbarê Feratê wekî herêmeke eskerî ya girtî ragihand.

Di nûçeyê da nexşeyek hat parvekirin ku ji herêma ku wekî herêmeke eskerî hatiye ragihandin. Bi vê yekê nîşan da ku herêma eskerî heta xala sifir a navenda bajarê Reqayê, ber bi rojhilatê Rûbarê Feratê, dirêj dibe.

Artêşê bang li xelkê sivîl ê li herêma rojavayê Feratê kir ku demildest ji çeperên PKK û YPG/SDGya rêxistina terorê û bermahiyên rejima berê dûr bikevin.

Di 13ê Çileya Paşîn da artêşa Sûriyeyê deverên li rojavayê Rûbarê Feratê, di serî da Dêr Hafir û Meskene yên ku di bin kontrola rêxistina terorê da bûn, wekî herêmên eskerî îlan kir. Duhê saet 22.00 şevê, di encama operasyonekê da ev her du herêm kontrol kirin.

Artêşa ku ji ser Meskeneyê va pêşva çû, her wiha herêma Dibsî Efnan, ku li sînorê başûr-rojavayê parêzgeha Reqayê ye û di bin kontrola rêxistinê da ye, bi dest xist û dest bi zêdekirina hêzên xwe yên li dora parêzgehê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın