Artêşa Sûriyeyê çekdarên YPG/HSDyê yên li Zindana Aqtana li Reqayê û derdora wê sewqî Eynulerebê dike
Raqqa
Komîteya Operasyonên Artêşa Sûriyeyê ji qenala televîzyonê ya dewletê El Îxbariyeyê ra ragihand ku yekîneyên artêşê vê dawiyê dest bi veguhestina endamên YPG/HSDyê ji Zindana Eqtanê û derdora wê ber bi Eynulerebê va kirine.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ev gav di çarçoveya rêkeftinekê da ku bi navbeynkariya navneteweyî hatiye çêkirin, bi armanca misogerkirina ewlehiyê û kêmkirina aloziyan, hatiye avêtin û armanc ew e ku serweriya dewletê li seranserê welêt, bi taybetî li Reqayê, ji nû va were sazkirin.
Di vê çarçoveyê da, di daxuyaniyê da hat gotin ku endamên YPG/HSDyê ku ji welatiyên Sûriyeyê û hêmanên biyanî pêk tên, dê ji Zindana El Aqtanê û hemî pêvekên wê werin derxistin û ev hêman dê tenê bi çekên sivik ên kesane û di bin çavdêriya rayedarên pêwendîdar da ber bi Eynulerebê va werin şandin.
Di daxuyaniyê da her wiha hate gotin ku tevahiya Zindana El Aqtanê, tevî beşa ku endamên DEAŞê lê ne, dê ji hêla yekîneyên Artêşa Sûriyeyê û saziyên ewlehiyê yên pêwendîdar va were girtin û girtî dê li gorî qanûna Sûriyeyê werin birêvebirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
