Dinya

Artêşa Sûriyeyê Bendava Tişrînê ya ku rêxistina terorê YPG/HSDyê dagir kiribû, bi dest xist

Esat Fırat, Ömer Koparan  | 19.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Artêşa Sûriyeyê Bendava Tişrînê ya ku rêxistina terorê YPG/HSDyê dagir kiribû, bi dest xist

Halab

Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê li başûrê rojavayê Minbiçê Bendava Tişrînê ya di binê dagirkeriya rêxistina terorê YPG/HSDyê da bû, bi dest xist.

Li gor ragihandina ekîba AAyê ya li Minbiçê, yekîneyên artêşa Sûriyeyê di encama operasyona eskerî ya ku meşandin da Bendava Tişrînê temamî bi dest xist.

Ekîba AAyê serê sibehê ragihandibû ku unsûrên rêxistinê dest pê kir û ji qada bendavê vedikişin.

Artêşa Sûriyeyê 15ê Rêbendanê roja Pêncşemê dijî rêxistinê operasyon dabû destpêkirin, di operasyonê da car caran pevçûnên tund derketibû, lê di pozîsyonan da guherîn çênebûbû.

- Artêşa Sûriyeyê berê xwe da Bendava Tişrînê ya li başûrê rojavayê Minbiçê

Artêşa Sûriyeyê li başûrê rojavayê Minbiçê ket dewrê ku Bendava Tişrînê ya di binê dagirkeriya rêxistina terorê YPG/HSDyê da bû, têxe binê kontrola xwe.

Li gor ragihandina ekîba AAyê ya li Minbiçê, unsûrên terorê dest pê kir û ji qada bendavê vekişiyan.

Artêşa Sûriyeyê jî ji bo kontrolkirina bendavê ket dewrê. Di navbera her du aliyan da ji serê sibehê heta niha tu pevçûn derneket.

Artêşa Sûriyeyê 15ê Rêbendanê roja Pêncşemê dijî rêxistinê operasyon dabû destpêkirin, di operasyonê da car caran pevçûnên tund derketibû, lê di pozîsyonan da guherîn çênebûbû.

Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê: "Di çarçoveya peymanê da hêzên me dest bi ketina rojhilatê Dêra Zorê kirin" 

Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê daxuyand ku di çarçoveya peymana Agirbest û Entegrasyona Giştî ya bi YPG/HSDya rêxistina terorê ra, hêzên artêşê dest bi ketina qadên gundewar ên rojhilatê Dêra Zorê kirin.

Daxuyaniya Wezaretê ya der barê mijarê da li ser ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê hat weşandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hêzên me li hemû bajarok û gundan li gorî plana ku armanc ew e ku bi awayekî rêkûpêk bi cî bibin, dest bi ketina gundewarê rojhilatê bajarê Dêra Zorê kirin."

Hat destnîşankirin ku ev gav, li gorî plana ewlehiyê ya berfireh a ku armanca wê parastina sivîlan, milkê kamuyê û taybet û xurtkirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye hatiye avêtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın