Dinya

Artêşa Libyayê li hemberî milîsên Hefter ên li Balafirgeha Trablusê operasyon kir

Artêşa Lîbyayê daxuyand ku wan 10 operasyonên esmanî yên ji bo rizgarkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ya ku di bin dagiriya milîsên serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt Xelîfe Hefter da ye dan destpêkirin.

Türkan Tosun  | 03.06.2020 - Rojanekırın : 04.06.2020
Artêşa Libyayê li hemberî milîsên Hefter ên li Balafirgeha Trablusê operasyon kir

Ankara

 Artêşa Lîbyayê daxuyand ku wan 10 operasyonên esmanî yên ji bo rizgarkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ya ku di bin dagiriya milîsên serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt Xelîfe Hefter da ye dan destpêkirin.

Berdevkê Artêşa Lîbyayê Albay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir hêzên esmanî li Balafirgeha Trablusê, herêmên Qesr bîn Xaşir, Wadî el Rabî û El Qawîayê milîsên Hefter û wesayîtên wan ên eskerî dixin.

Kununu serê sibê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kiribû ku operasyona rizgarkirina Balafirgeha Trablusê bi awayekî fermî dest pê kiriye.

Milîsên Hefter di 4ê Nîsana 2019an da ji bo ku paytext Trablusê bi dest bixin êrîş dabûn destpêkirin û li welêt şer dest pê kiribû. Di van êrîşan da gelek sivîl hatibûn kuştin û gelek bajar jî hedef hatibûn girtin.

Hêzên Hefter di 6ê Nîsana 2019an da Balafirgeha Trablusê dagir kiribûn.

Artêşa Libyayê di van demên dawîn da li hemberî milîsên Hefter gelekî bi ser ketin.

Artêşa Libyayê di 18ê Gulanê da Baregeha Watiyeyê ya eskerî bi dest xistibû, piştî vê hewl tê dayîn ku başûrê Trablusê ji milîsên Hefter bên paqijkirin.

Artêşê di 22-24ê Gulanê da herêmeke mezin ya ku kampên eskerî Yermûk, Hemze û Tîkbaliyê jî di nav da ye ji milîsan paqij kiribû û ber bi başûr va çûbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın