Artêşa Sûriyeyê ji qada Tel Ebyadê ber bi Reqa û Hesekeyê va eniyek vekir, hêz jî dikevin navenda Reqayê
Tel Abyad
Artêşa Sûriyeyê di operasyona li dijî YPG/HSDya rêxistina terorê da dest pê kir ku dikeve navenda bajarê Reqayê û di heman demê da jî ji qada Tel Ebyadê ya nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ber bi deverên gundewar ên Reqa û Hesekeyê va du enî vekir.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên eskerî hilda, hêzên artêşa Sûriyeyê dikevin navenda bajarê Reqayê ya ku gel û eşîran bi qismeke wê ya mezin ji kontrola YPG/HSDya rêxistina terorê xelas kirin.
Gelê ku li navenda bajêr kom bû hezkirina xwe nîşanî hêzên Sûriyeyê da.
Ji hêla din, li gorî agahiyên ku nûçegihanê AA da, artêşa Sûriyeyê ji qada Tel Ebyadê ya li ser sînorê Tirkiyeyê li dijî rêxistina terorê du eniyên nû vekir.
Artêşa Sûriyeyê ji Tel Ebyadê, li başûr ber bi herêma gundewar a Reqaya ku di bin dagirkeriya YPG/HSDyê da ye û Hesekeyê va operasyonek da destpêkirin.
Heke artêş ji herêma Tel Ebyadê bigihîje herêmên gundewar ên Reqayê, girêdana di navbera Eyn el-Erebê ya di bin dagirkeriya rêxistinê da ye û Hesekeyê wê qut bibe.
- Nîşangerên YPG/HSDya rêxistina terorê li navenda Reqayê gule berdan gel û 2 sivîl kuştin
Nîşangerên YPG/HSDya rêxistina terorê li Reqaya bajarê Sûriyeyê, gule berdan ser sivîlên ku serî hildan û qismeke mezin a navenda bajêr bi dest xistin û 2 sivîl hatin kuştin.
Li gorî agahiyê ku nûçegihanê AAyê da, gelê ku serî hilda û qismeke mezin a navenda bajêr bi dest xist, sembolên rêxistina terorê yên li bajêr rakirin.
Gel li hin herêmên Reqayê sembolên rêxistina terorê qelaştin û peykerekî ku sembola terorîstekî ye jî hilweşandin.
Her çiqas navenda bajêr bi saya serhildana gel û hêzên eşîran bi qismeke mezin ji YPG/HSDya rêxistina terorê hatibe rizgarkirin jî, li Reqayê gelek nîşangerên endamên rêxistina terorê hene.
Nîşangerên rêxistina terorê li navenda Reqayê êrîşî gel kirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, di gulebarana nîşangerên rêxistina terorê da 2 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
