Artêşa Sûriyeyê: "Hemû operasyonên eskerî li taxa Şêx Meqsûdê ji saet 15.00an pê va hatine rawestandin"
Istanbul
Artêşa Sûriyeyê ragihand ku hemû operasyonên eskerî yên li taxa Şêx Meqsûda Helebê ji bi saeta herêmî di ji 15.00an pê va hatine rawestandin.
Fermandariya Operasyonên Artêşa Sûriyeyê ragihand ku hemû operasyonên eskerî li taxa Şêx Meqsûda Helebê ji saet 15.00an pê va rawestandine.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku çekên hêzên YPG/HSDya rêxistina terorê yên ku li Nexweşxaneya Yasînê ya li Helebê bi cih bûne wê werin desteserkirin û wê ji bo bajarê Tebqayê werin veguhastin.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonan da hat gotin ku artêş wê dest bi radestkirina hemû tesîsên tenduristiyê û yên giştî bo saziyên dewletê bike û wê hêdî hêdî ji kolanên taxa Şêx Meqsûdê vekişe.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistin, terorîstên ku xwe li nexweşxaneyê girtin, sivîl wekî mertalên zindî bi kar anîne.
- Texliyeya sivîlên ku YPG/HSDya rêxistina terorê ew li Helebê wek mertalên zindî bi kar dianîn berdewam e
Artêşa Sûriyeyê ji bo sivîlên ku ji aliyê YPG/HSDya rêxistina terorê va li herêmên di bin kontrola xwe da weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, derketina bi ewlehî ji Helebê hêsan dike.
Li gorî agahiyên ku nuçegihanê AAyê bi dest xist, artêşa Sûriyeyê bi qasî 200 kes ji taxa Şêx Meqsûdê texliye kir û ew bi awayekî ewledar ji bajêr derxistin.
Hat diyarkirin ku li hin deverên taxê çekdarên YPG/HSDya rêxistina terorê li ber xwe didin, ji ber vê yekê operasyonên eskerî li herêmê berdewam in.
Li gorî qenala televîzyonê ya dewleta Sûriyeyê El-Îxhbariyeyê, ku pişt bi çavkaniyekî eskerî dibeste, piştî operasyonên valakirinê, çekdarên HSDê bi dronên ku ji herêma Dêr Hafîr a li rojhilatê parêzgehê rakiribûn, hin taxên Helebê hedef girtin.
Li gorî agahiyan, artêşa Sûriyê midaxeleyî dronên êrîşkar kirine û rê li ber wan girtiye.
- YPG/HSDya rêxistina terorê bi droneke kamîkazeyê êrîşî avahiya Walîtiya Helebê kir
YPG/HSDya rêxistina terorê bi droneke kamîkazeyê êrîşî avahiya Walîtiya Helebê kir.
Di êrîşê da camên avahiyê şikestin û gelek hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê va hatin şandin.
Nûçegihanê AAyê yê li herêmê got ku piştî êrîşê karmendên walîtiyê hatin texliyekirin.
Rayedarên Sûriyeyê heta niha tu agahî nedane ka di êrîşê da kes birîndar bûye yan na.
Televîzyona dewleta Sûriyeyê ragihand ku êrîş piştî civîneke çapemeniyê ya li ofîsa walîtiyê pêk hat ku Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa, Wezîra Karûbarên Civakî û Kar Hind Qabawat û Waliyê Helebê Ezam Xerîb jî beşdar bûn.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku droneke kamîkazeyê li avahiya walîtiyê dixe û diteqe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
