Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê ket nahiyeya Amîrliya Selahedînê ya ku ev 2 meh bûn ji aliyê rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ve hatibû dorpêçkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, artêşa Iraqê piştî operasyonên berfireh ket nahiyeya Amîrliyê ya ev demek bû ji aliyê DÎŞIyê ve hatibû dorpêçkirin. Yekîneyên ku ji hewayê ve firokeyên şer ên DYAyê jî alîkarî da wan piştî ku derdora Amîrlî, Habeş, Lokûm, Hafriye û Yengîce bi dest xistin û ketin herêmê. Di şer de gelek milîtanên DÎŞIyê mirin û yên din jî mecbûr man ku ji herêmê vekişin.
Amîrliya ku niştecihên wê herî zêde tirkmen in ev 2 meh bûn ku di destê DÎŞIyê de bû. Ji Bexdayê bi firokeyan alîkariya mirovahî sewqî herêmê dihat kirin. Li ser xirabûna rewşa gelê herêmê, DYA mudaxeleyî herêmê kir û êrîş bir ser mewziyên DÎŞIyê.