BEXDA
Serokê Konseya Bilind a Îslamî ya Iraqê û lîderê Koalîsyona Muwatinê Ammar el-Hekîm da zanîn ku Koalîsyona Hêzên Neteweyî ya ku wek nûnerê aliyê sunî tê dîtin û Îtifaqa Neteweyî ya ku piraniya siyasetmedarên wê şiî ne li hev kirin.
Hakim li navenda giştî ya Koalîsyona Muwatinê bi Wezîrê Karên Derve û serokê lijneya muzakereyên bi kurdan re Hoşyar Zebarî re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Hakim got ku "Muzakereyên di navbera Koalîsyona Hêzên Neteweyî û Îtifaqa Neteweyî duh rawestiyan. Lê belê di civîna ku dîsa derengê şevê hat kirin de, her du aliyan li hev kirin." Hakim got ku di navbera her du aliyan de îro dê di saetên dereng de peyman bê îmzekirin.
Hakim da zanîn ku muzakereyên di navbera Îtifaqa Neteweyî û lijneya kurdan de berdewam dike û got em hêvî dikin ku bi avakirina hikûmetê têkiliyên ku di navbera her du aliyan de dabûn seknandin, bên çareserkirin. Hakim diyar kir wisa texmîn dike ku dê vê hefteyê kabîne bê avakirin û pêşkeşî parlementoyê bikin.
Zebarî jî got ku muzakereyên di navbera aliyên kurdan û Îtifaqa Neteweyî gihaşt merhaleyên pêşketî.
Zebarî got ku nêrînên xwe ji Îtifaqa Neteweyî re gotin û wiha axivî: "Em dê di nêz de formuleke hevpar a makul bi dest bixin. Niha atmosfera muzakereyan erênî ye."
Koalîsyona Dewletê ya Qanûnê ya ku Malikî serokatiya wê dike di hilbijartinên 30yê nîsanê de 92 parlementer derxistibûn. Lê belê Serokomar Fûad Mehsûm ji bo avakirina hikûmetê Arîkarê Serokê Parlementoyê Heyder el-Îbadiyê ku Îtifaqa Şiiyan a Neteweyî ya Iraqê ew wekî namzed nîşan dabû, peywirdar kiribû.