Artêşa Îsraîlê xwest ku Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê bê valakirin

Palestinian Territory
Hat ragihandin, artêşa Îsraîlê xwestiye ku Nexweşxaneya Şifayê ya ku nexweş, birîndar, kesên ji cî û warê xwe bûne û personelên tenduristiyê tê da ne, bê valakirin.
Çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ku ji nûçegihanê AAyê ra axivîn, destnîşan kirin, artêşa Îsraîlê ji rayedarên nexweşxaneyê xwestine ku Nexweşxaneya Şifayê ya ku nexweş, birîndar, kesên ji cî û warê xwe bûne û personelên tenduristiyê tê da ne, bê valakirin.
Wek mayîn hat diyarkirin dijî Nexweşxaneya Şifayê dorpêça artêşa Îsraîlê didome û di nava nexweşxaneyê da xebatên lêkeolîn û kolandinê tên kirin.
Artêşa Îsraîlê di 15ê Mijdarê da bi ser Nexweşxaneya Şifayê da girtibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.