Dinya

Artêşa Îsraîlê, tevî agirbestê, êrîş li dijî hin deverên Xezeyê li dar xist

Ramzi Mahmud, Halime Afra Aksoy  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 24.12.2025
Artêşa Îsraîlê, tevî agirbestê, êrîş li dijî hin deverên Xezeyê li dar xist

Gazze

Artêşa Îsraîlê, tevî agirbestê, li dijî hin deverên Xeta Xezeyê êrîşên asîmanî li dar xist û topbaran domand.

Îsraîl binpêkirinên xwe yên agirbestê li Xeta Xezeyê domand.

Li gorî şahidên bûyerê û çavkaniyên herêmî, balafireke eskerî ya Îsraîlê taxa Tuffehê ya bajarê Xezeyê bombebaran kir. Hêzên Îsraîlê di heman demê da heman dever bi topan hedef girtin.

Li beşa navendî ya herêmê, li rojhilatê Kampa Penaberan a Bureycê, malên sivîlên Filistînî jî bi çekên otomatîk û helîkopteran hatin hedefgirtin.

Artêşa Îsraîlê beşek ji bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê wî welatî û beşa rojhilatê Refehê jî ji asîmana va hedef girt.

Heta niha derbarê qurbanî an birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê da ti agahî tune ye.

Artêşa Îsraîlê, ku hema hema her roj peymana agirbestê ya ku di 10ê Cotmehê da li Şerîda Xezeyê ket rewace binpê dike, êrîşên xwe yên li dijî Filistîniyan didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın