Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezeyê eskerek wan hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Quds
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûnên li Xezeyê de eskerek wan hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de derbarê kuştinên nû yên li Xeta Xezeyê agahî hatin dayin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pevçûnên li bakurê Xeta Xezeyê de, ji tabûra 7020 a Lîwaya 5emîn Çawîş Amichai Yisrael Yehoshua Oster (24) hatiye kuştin û 2 esker jî bi giranî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku libakurê Xeta Xezeyê eskerek, li başûrê wê jî serbazek bi giranî birîndar bûne û eskerên birîndar tên dermankirin.
Ji 7ê cotmehê ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê va 173 jê di pêvajoya dagîrkirinê de, hejmara eskerên Îsraîlê yên ku hatin kuştin derket 507an.