Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê bi fuzeyan êrîşeke nû da destpêkirin

Quds
Artêşa Îsraîlê ragihand tespît kirin ku ji Îranê li dijî axa welatê wan fuze hatine berdan.
Di daxuyaniya artêşê da hat ragihandin ku pergalên parastina asîmanî hewl didin ku rê li ber êrîşan bigirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku dema alarman lê xist divê gel bikeve sitargehan û hat xwestin ku bila telîmatên Fermandariya Eniya Navxweyî jî bişopînin.
Çapemeniya Îsraîlê got ku li aliyê navîn û bakur ê welêt alarm ketine dewrê.
- Pevçûna ku bi êrîşên tund ên Îsraîlê yên dijî Îranê dest pê kir
Îsraîlê di 13ê hezîranê da di serî da tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda yên Îranê êrîşên berfireh yên ku qedemeya fermandarên artêşa Îranê jî hedef girtin, dan destpêkirin.
Hat eşkerekirin ku Sererkanê Îranê, Fermandarê Mihafizên Şoreşê û hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerê di êrîşan da hatin kuştin, bi tevahî 224 sivîl jî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku artêşa Îranê bi fuzeyên balîstîk bersiva êrîşên Îsraîlê da û ji Îsraîlê 24 kes hatin kuştin, ji 500î zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Di serî da Tirkiye gelek welatan Îsraîl şermezar kir.
- Televîzyona dewletê ya Îsraîlê: Artêşê dijî rojavayê Îranê êrîşên nû dan destpêkirin
KANa televîzyona dewletê ya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê dijî rojavayê Îranê êrîşên nû dan destpêkirin.
Di nûçeya KANê da hat diyarkirin ku rayedarekî eskerî yê navê wî nehat eşkerekirin yê ji artêşa Îsraîlê eşkere kir ku dijî rojavayê Îranê êrîşên asîmanî yên nû dan destpêkirin.
Artêşa Îsraîlê jî hê der barê êrîşa navborî da tu daxuyaniyên fermî nedane.
- Pevçûna ku bi êrîşên tund ên Îsraîlê yên dijî Îranê dest pê kir
Îsraîlê di 13ê hezîranê da di serî da tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda yên Îranê êrîşên berfireh yên ku qedemeya fermandarên artêşa Îranê jî hedef girtin, dan destpêkirin.
Hat eşkerekirin ku Sererkanê Îranê, Fermandarê Mihafizên Şoreşê û hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerê di êrîşan da hatin kuştin, bi tevahî 224 sivîl jî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku artêşa Îranê bi fuzeyên balîstîk bersiva êrîşên Îsraîlê da û ji Îsraîlê 24 kes hatin kuştin, ji 500î zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Di serî da Tirkiye gelek welatan Îsraîl şermezar kir.
- Îsraîlê êrîşî bakurê Tehrana paytextê Îranê kir
Êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê da di roja pêncemîn da dewam dikin û li Tehrana paytextê Îranê dîsa dengê teqînê hat bihîstin.
Li gor agahiyê ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, hêzên Îsraîlê li bakurê Tehranê êrîşî Kolana Enderzguyê ya ku sivîl lê zêde ne, kir.
Piştî êrîşê ji herêmê dû bilind bû.
- Pevçûnên navbera Îsraîl û Îranê
Îsraîlê di 13ê Hezîranê da li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê yên li bajarên cuda û kesên nava qedemeya fermandariyê ya payebilind ya artêşê êrîşên berfireh kirin.
Sererkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê Parêzvanên Şoreşê, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerê di van êrîşan da hatin kuştin, hejmara sivîlên ku hatin kuştîn wek 224 kes hatin eşkerekirin.
Di êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê da jî 24 kes hatin kuştin û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Tirkiye di serî da gelek welatan êrîşên Îsraîlê şermezar kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.