Dinya

Artêşa Îsraîlê piştî tehdîda êrîşê ya Netanyahu li Xezeyê 2 jê zarok 5 Filistînî kuştin

Ramzi Mahmud, Muhammed Emin Canik  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Artêşa Îsraîlê piştî tehdîda êrîşê ya Netanyahu li Xezeyê 2 jê zarok 5 Filistînî kuştin

Gazze

 Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya ku agirbesta li Xeta Xezeyê îxlal kir û li bajarê Xan Yûnisê konê Filistîniyên ji cihê xwe bûne hedef girt da 2 jê zarok 5 Filistînî hatin kuştin.

Li gor agahiya ji çavkaniyeke ji Nexweşxaneya Sehrayê ya Kuweytê ya li Xezeyê hat hildan artêşa Îsraîlê demeke kurt piştî tehdîda êrîşê ya Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê konê Filistîniyan bombebaran kir.

Di êrîşa ku wesayîtên asîmanî yên bêmirov li Kampa Penaberan a Necatê ya li herêma Mewasiyê konê Filistîniyên ji cihê xwe hatine kirin hedef girt da 2 jê zarok 5 Filistînî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşa Îsraîlê di konên din ên li kampê da jî şewat derket.

 - Komên Filistînî: Ji bo ku Deriyê Sînor ê Refahê herdu aliyan va bê vekirin bila pêkûtiyê li Îsraîlê bikin

Hemas jî di nav da komên Filistînî bang kir ku Deriyê Sînor ê Refahê ne tenê ji bo derketina ji Xeta Xezeyê wekî ku di peymana agirbestê da tê pêşbinîkirin ji bo ku ji herdu aliyan va jî bê vekirin bila pêkûtiyê li Îsraîlê bikin.

Di daxuyaniya ku Hemasê ji ser hesabê xwe yê Telegramê li ser navê kom û hêzên Filistînî weşand da hat gotin ku "Kom û hêzên Filistînî destnîşan dikin ku divê dagirkerên siyonîst der barê peymana agirbestê da ya hewce dike bi cî bîne."

Di daxuyaniyê da bangî welatên navbeynkar û garantor kirin ku wekî ku di mutebeqata Şarm eş-Şêx û biryara bi nimreya 2803 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da tê pêşbinîkirin bila girîngiyê bidin ji herdu aliyan vekirina Deriyê Sînor ê Refahê û ji bo vê pêkûtiyê li Îsraîlê bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın